Celio Piazza
Hewa sar e
Li bin sifirê
Pênc pîle ne
Ji me re bûn nivîn
Betonê cemidî
Bayê bi tenî
Ew şevan sir veşêr in
Zîl dide jiyan nû ve
Qiza min
Betaniyê li xwe bipêçe
Dîrok ristin
Ne bi hêsan e
mîna nivîsînê
Neyar dicirifin
Li ber dengvedana me
Birçibûnê de
Roj bûn neh
Yanî qasî temena te
Qiza min
Hêvî li Romayê
Şaristaniya kevnar
Amor û Neron
Dek û dûbare
Gef û lîstik
Herdem hene
Hinek dibêjin
Spartaqûsê nûjen
Garîbaldî
Ser seran
Ser çavan
Leyl im
bi lîlandin
Xebatkar in
Giyana xwe geş dikin
Ev meydan
Celio Piazza ye
Ne cihê toraniyan e
Dergûşa çalakiyan e
Raperîn ji me
Şayesîn li wan
Wê binivîsînin
Kurdistan Piazza
Nexwe xeman
Gelek Dîno hene
Berxwe bide qîza min
Girêdan û vekirina rojê
Bi dest me ye.
Sewta Berbangê
Abdullah Karabağ
__________________
Buraya Kadarmış ..
|