Dadgeh
Berf dahatibû
Li bin dare çamê
Dest de şiva maziyê
Wêne xêz dikir li berfê
Gur û mirar
Keriyek xezal
Sed gav dûr
Girtibûn xelek
Temaşe dikirin
Bi dilsotî çavrijî
Çite çita diranan
Şite şita zewêlan
Dibûn saz
Gurê devxwîn re
Xezalek bi simkutî
Nêzîkî lê kir
Bi zûrînekê hilperî
Şunda vekişî
Pirqinî pê ketibûn
Tirsa ber çavan
Hundur qetandibû
Tevde direvîn
Çûn
Civîn pêk anîn
Li dereka xewle
Xwazî kirin yek
Berên xwe dan dadgehê
Serpêhatî anîn zimên
Bi kûrî firehî
Hinek bergerîn
Hinek kelgirîn
Demek kurtayî
Piste pista hiquqnasan
Rêla reş û tarî
Perde vebû
Serokê dadgehê xwend
Bi navê Dadgeha Ewlekarî
a Daristanê
Dema ku gurê birêz
Li ser xwarina xwe bû
Bi çavsoriyeka mezin
Hatiye êşandin
Biryar
Hemû dozdar sûcdar in
Sê xama wê bidin
Ji bo lêçûnên dadgehê
Bi devkî lê zêde kir
Ma yek jî genî be
Sekreter: delegur
Serokdadger: çeqel
Baran dibarî
Bi xunavî
Gurê birçî
Devê xwe alast
Xewa şîrîn de.
Sewta Berbangê
Abdullah Karabağ
__________________
Buraya Kadarmış ..
|