Darê
Darê
Kî li vî warî
Xwedîmal e ku
Tu jî
li ber qesr û qonaxan bibî
Çawa binêrim
Bi quriskên çava
li bejna te
Wekî min
Wekî rêberên bênav
ne bermal î
Bal û mêla cîhanê
Li ser te ye
gerdena zêrîn
kembera zîvîn
ne bona te
di vî kirasî de
Kevok î
kevoka rojhilat
Li stêrkan siwar î
hîn
hîntir li jor î
Tu
Kulîlka kîjan çiya yî
Bihar hatiye hawirdoran
Hejik pejik çilrengîn in
Bi helbesta te
Dergûş tên lorandin
Neke
Şê naxwazin bisk û kezî
Xurmê reşiyan şevan de
Darê
Çima mayî
Ji daristanê dûr
Tu keç î
keça bedew
Ne seva pisman û kurxal
Di gel dîlanan
Bi hêvî û miraz
Refgirtina rêwiyên rêzdar
Ronahî be
li hemû welatan!
Sewta Berbangê
Abdullah Karabağ
__________________
Buraya Kadarmış ..
|